Sêwirmendê Asayîsa Iraqê: Îdiayên Îranê yên hebûna MOSSADê derew û dûrî rastiyê ne

16 January 2024 20:05 0 dîtin
Sêwirmendê Asayîsa Iraqê: Îdiayên Îranê yên hebûna MOSSADê derew û dûrî rastiyê ne

PeyamaKurd -  Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê Qasim Erecî, piştî êrîşa şeva borî ya Îranê bi ser Hewlêrê de, serdana Hewlêrê û birîndarên êrîşê kir.

Erecî piştî dîtina xaniyê Pêşrew Dizeyî ku ji ber êrîşa moşekî ya Îranê mala wî bi temamî hilweşiya ye û bixwe jî di wê êrîşê de can daye daxuyanî da û got: “Ligel Wezîrê Navxwe û Wezîrê Tenduristiyê em hatin serdana birîndaran ku ji nêzîk ve em jî agahdar bin. Herwiha me serdana mala Pêşrew Dizeyî kir û me dît ku hecmê ziyanan gelek mezin e. Mixabin moşekan ev xanî kiriye armanc û hilweşandine. Ew êrîş binpêkirina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê ye, helwesteke ya zelal heye li ser vê bûyerê. Wek lijne em bûyerê lêkolîn dikin û piştre emê pêşkeşî serokwezîr bikin.”

Qasim Erecî da xuyakirin: “Hikûmeta Iraqê ligel Îranê rêkeftineke wê ya ewlehiyê heye. Herêma Kurdistanê jî beşeke ji wê rêkeftinê. Roja çarşem a borî me civîn kir ku em wê rêkeftinê bicih bikin. Ji bo wê jî bi piştrastî emê tevdîrên pêwîst wergirin. Hebûna gumanê ya MOSAD a Îsraîlê li Herêma Kurdistanê em wek derew dibînin. Ji ber me serdana cih kir û ji bo me eşkere bû ku ev mala malbatekê ye û ji ber wê jî ew gotegot dûrî rastiyê ne.”