Îdia | Hesda Seibî li Iraqê ‘Fermandariya Gistî’ ava dike
PeyamaKurd – Piştî biryara girtina ofîsên Heşda Şeibî li Iraqê hat îdiakirin ku piştî giritan nûnertiyan Heşda Şeibî heta du mehan hewil dide Fermandariya Giştî (Sererkanî) li Iraqê ava bike.
Li gorî nûçeya Şerqûl Ewsedê dê Heşda Şeibî êdî ne hêzeke girêdayî Fermandariya Operasyonan a Sererkaniya Iraqê be, lê belê wê bibe xwedî ciyawazî û awantajên zêde ku di asta wezaretekê de be û tê plankirin Fermandariya Giştî ango Sererkaniya Heşda Şeibî bê avakirin.
Yek ji rêveberê Heşda Şeibî Maîn el Kazimî di civîna rojnamevanî ya doh de, gotiye ku piraniya rêveberên Heşda Şeibî dixwazin rewşa heyî ya Heşda Şeibî bê parastin, yanî li şûna sererkaniyê tenê serok û cîgirê serokê Hêza Heşda Şeibî hebe.
Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di birnamayeke xwe ya 1ê Tîrmehê de ferman dabû ku hemû nivîsgehên bi navê Heşda Şeibî li seranserê Iraqê bên girtin,

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin