John Kirby: Em gesbînin ku em dikarin hindek alîkariyan bînin nav Serîda Gazzeyê
PeyamaKurd – Berdevkê Civata Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby diyar kir, îro Serokê Amerîkayê li ser serdana xwe ya ji bo Îsraîlê berdewam dibe.
Li gor zanyariyan, Berdevkê Civata Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby îro roja Çarşemê ji rojnamevanan re da zanîn, Joe Biden wê bi Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu re li Televîvê bicive. Herwiha eşkere kir, Biden di danûstandinên xwe yên bi Netanyahu û civata şerî ya Israîlê re “hindek pirsyarên giran” dike.
Kirby destnîşan kir, “hemî kes dixwazin bizanin di êrîşa ser nexweşxaneya Gazzeyê de çi qewimiye.” Herwiha “Joe Biden li beranberî rûdana wê nexweşxaneyê hest bi tûrebûnê dike û tîma ewlehiya neteweyî xwe spartiye zanyariyan kom bikin ji bo ku hûrkariyên êrîşa li ser nexweşxaneya Memadiyê li Şerîda Gazzeyê bizanin”.
Di berdewamiyê de diyar kir, Biden di danûstandina xwe ya bi Netanyahu re behsa rewşa mirovî ya Gazzeyê dike û bi ronî dibêje ku dixwaze alîkariyan bişîne. Kirby got, şandekê taybet a Amerîkayê li deverê ye û rasterast bi Misirî û Israîliyan re diaxive. Kirby eşkere kir, “em nêzî damezrandina çarçoveyekî ne ji bo gehandina alîkariyan ji Misirê bo Gazzeyê”.
John Kirby da zanîn, “em geşbînin ku em dikarin hindek alîkariyan bînin nav Şerîda Gazzeyê”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin