Sandeke bilind a Amerîkayê serdana welatên Rojhilata Navîn dike

29 April 2021 18:13 0 dîtin
Sandeke bilind a Amerîkayê serdana welatên Rojhilata Navîn dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden, wê şandeke bilind a Amerîkayê bişîne Rojhilata Navîn ku wê welatên Erebistana Siûdî, Îmarat, Misir û Urdin jî di nav de serdana hejmarek welatên Rojhilata Navîn bike.

Li gorî zanyariyên medya Amerîkî wê şanda amerîkî derbarê muzakereyên çalakiyên nukleerî yên Îranê de ku hevdînên li Vîyenayê berdewam dikin û firotina F-35an bo Îmaratê û kêmkirina rageşiya li Rojhilata Navîn hevdîtinan bike.

Di şana Amerîkayê de Berpirsê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur Brett McGurk, Şêwirmendê Wezareta Derve Derek Chollet, Cîgirê Wezîrê Derve yê ji Rojhilata Nêzîk berpirsiyar Joey Hood û Cîgirê Wezareta Berevaniyê yê ji Rojhilata Navîn berpirsiyar Dana Stroul di şanda bilind a Amerîkayê ya serdana Rojhilata Navîn bike de cî digirin.