Serokê CHPê serdana Amerîkayê dike

09 October 2022 13:26 0 dîtin
Serokê CHPê serdana Amerîkayê dike

PeyamaKurd – Serokê Giştî ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Tirkiyê, Kemal Kiliçdaroglu ji bo beşdariya hejmarek hevdîtin û bernameyan serdana Amerîkayê dike.

Li gorî ragihandina medya Tirk ku opozîsyon girîngiyeke mezin dide vê serdanê, wê Kiliçdaroglu di navbera 9-13ê Cotmehê de serdana Amerîkayê bike û yekem rawestgeha wî jî bajarê Bostonê ye.

Hat diyarkirin ku wê Kiliçdaroglu li Amerîkayê ji bilî çend hevdîtinên ligel rêxistinên civaka sivîl beşdarî bernameyên Enstîtuya Teknolojî ya Massachusetts a Zanîngeha Harvardê jî bibe.

Di daxuyaniya CHPê de hatiye gotin ku wê di çarçoveya serdanê jî danûstandin li ser nirxên hevpar û geşepêdanên zanistî û teknolojiyê bê kirin, lê behsa hevdîtinên ligel siyasetmedarên Amerîkî nehatiye kirin.