Serokê Amerîkayê hefteya bê serdana Ewropayê dike

16 March 2022 12:02 0 dîtin
Serokê Amerîkayê hefteya bê serdana Ewropayê dike

PeyamaKurd Biryar e Serokê Amerîkayê Joe Biden, ji bo krîza Ukraynayê hefteya bê serdana Ewropayê bike.

Li gor Berdevka Qesra Spî Jen Psaki do Sêşemê diyar kir, Biden wê ligel rêberên NATO û Ewropayê di hilcivînekê li Brukselê de 24ê Adarê bicive.

Herwiha Joe Biden wê pişt re beşdarî hilcivîneke plankirî ya Civata Ewropî bibe ku li wir hewldanên zêdetir ji bo toleyan li dijî Rûsya û herwiha ji bo zêdekirina alîkariya mirovî li Ukraynayê tên kirin.

Psakî eşkere kir: “Serok Biden pir baweriyê bi diplomasîya rû bi rû tîne. Lewra ev serdan derfeteke ji bo wê yekê.”