Serok Barzanî ji bo malbata ji Kobaniyê kete tevgerê: 'Spasiya Serok Barzanî dikim, bavekî dilovan e'
PeyamaKurd - Baregeha Mesûd Barzanî alîkariya malbata Ebdulselam Îbrahîmê ku li Kerkûkê ji ber jehrîbûna gazê canê xwe ji dest daye kir ku termê wî derbasî Rojavayê Kurdistanê bê kirin.
Ebdulselam Îbrahîm û Beşar Mistefa yên ji Rojavayê Kurdistanê ku li Kerkûkê niştecih bûne, şemiya borî her du ji kar derketin û piştî çûn odeya xwe razin, ji ber jehrîbûna gaza sobeyê wan canê xwe ji dest dan.
Ebdulselam Îbrahîmê 33 salî yê ji Kobaniyê bavê çar keçan bû ku ya mezinê wan 8 salî û ya biçûk jî 2 salî bû.
Hevjîna Ebdulselam Îbrahîm Meryem Husên ji Serok Barzanî ji bo dayîna destûra rûniştinê, alîkarî xwestibû û herwiha daxwaza vegerandina termê hevjînê xwe bo Rojavayê Kurdistanê kiribû.
Meryem Husên ji medyayê re got ku Baregeha Serok Barzanî bi wan re pêwendî danîye û pirsgirêka wan çareser kiriye.
Herwiha da zanîn ku niha wan destûra rûniştinê wergirtiye û dê bi cenazeyê hevjînê xwe re biçe Kobaniyê û piştre vegere Herêma Kurdistanê û got, “Bi rastî ez spasiya Serok Barzanî dikim, bavekî dilovan bû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin