Tehranê Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîroz kir: Em hêvî dikin pêwendiyên me aramtir û xurttir bibin

07 July 2024 20:07 0 dîtin
Tehranê Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîroz kir: Em hêvî dikin pêwendiyên me aramtir û xurttir bibin

PeyamaKurd -  Wezareta Derve ya Îranê, ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyama pîrzbahiyê weşand.

Di peyama Wezareta Derve ya Îranê de ji bo Mesrûr Barzanî wiha hate gotin: "Em hêvîdar in ku pêwendiyên me weke berê bi aramî û bihêz bimînin."

Wezareta Derve ya Îranê, ji bo peyama pîrozkirina wek serokkomarê Îranê hilbijartina Mesûd Pezeşkiyan spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û got: “Em spasiya peyama we ya pîrozbahiyê li we dikin û hêvîdar in ku pêwendiyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê hin aramtir û xurttir bibin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di nameya ku duh ji Mesûd Pezeşkiyanê ku di hilbijartinên serokomariya Îranê de bi ser ketibû re şandibû de, amaje bi pêwendiyên demdirêj ên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê kiribû û gotibû: “Pêwendiyên niha yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê, ji her cure astengî û pirsgirêkan bêpar in û ev pêwendî dibe ku bibe bingehek guncaw a ji bo ji holê rakirina nakokiyan û dayîna pêwendiyên ku hêviyên her du aliyan pêk bîne.”