Peyama Noelê ya Serok Barzanî: Hêvîya jiyaneke astîyane dikim
Peyama Kurd - Serok Mesûd Barzanî, Cejna Noelê ya cihana Krîstîyan û bi taybetî Krîstîyanên Herêma Kurdistane pîroz kir.
Serok Barzanî bi mebesta Cejna Noelê ya sala nû peyameke pîrozbahîyê belav kir. Mesûd Barzanî di peyama xwe de bi helkefta jidayikbûna Hezretî Îsa Mesîh pîrozbahî li Mesîhiyên Herêma Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got: "Bi minasebeta jidayikbûna Hezretî Îsa, pîrozbahiyê li hemû birayên me yên Mesîhî yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bextewarîyê ji wan re dixwazim.”
Serok Barzanî di peyama xwe de balê kêşa ser xurtkirina çanda pêkvejiyan û biratî ya li Kurdistanê û got: "Hêvîdarim birayên me yên Mesîhî hemû cejnên xwe bi aramî û şadî pîroz bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin