Mesûr Barzanî: Divê Iraq û civaka navdewletî ji bo koçberan alîkariya Kurdistanê bikin

26 July 2020 13:45 0 dîtin
Mesûr Barzanî: Divê Iraq û civaka navdewletî ji bo koçberan alîkariya Kurdistanê bikin

PeyamaKurd -  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşxemê li paytext Hewlêrê pêşwazî li wezîra koç û koçberan ya Iraqê Îvan Fayîq kir.

Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di civînê de rewşa koçber û penaberên Iraqî yên li Herêma Kurdistanê hat axaftin û behsa wê yekê jî hat kirin ku şert û mercên vegera wan bo ser cih û warê wan were amadekirin.

Wezîra koç û koçberan ya Iraqê spasiya Herêma Kurdistanê kir ku mêvandariya penaber û koçberan dike, bêyî ku ferq û cudahiyê bixe navbera wan û ragihand, ew amade ne hemahengiya pêwîst bi hikûmeta Kurdistanê re bikin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê jî ragihand, zêdebarî rewşa zehmet ya aborî ya Kurdistanê, hikûmeta Kurdistanê li ser xizmetkirin û mêvandarîkirina zêdetirî milyonek û 200 hezar penaber û koçber berdewam e lê divê hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî jî alîkariya hikûmeta Kurdistanê bikin.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir, Herêma Kurdistanê dê mîna her car bibe sitargeha aram bo her kesekî ku ji tirsa teror û serkutkirinê berê xwe didê.