Mesrûr Barzanî: Min ji hemû aliyan daxwaza pistevaniya mafên xelkê Kurdistanê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku ligel şanda bilind a Kurdistanê li Bexdayê bi aliyên siyasî yên Iraqê re hevdîtinê xwe didomîne, li ser naveroka civînan got, “Min daxwaz kir hemû aliyên siyasî yên Iraqê piştevanên mafên xelkê Herêma Kurdistanê û mûçexurên Herêmê bin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 14ê Îlonê di peyama xwe ya li ser Facebookê de ragihand: “Di dirêjiya civînên me de ligel serkirdeyên aliyên siyasî yên Iraqê, birêzan Xemîs Xencer, Serokê Hevpeymaniya Siyade ya Iraqê, Eyad Ellawî, Serokê Hevpeymaniya Niştimanî û Heyder Ebadî, Serokê Hevpeymaniya Nesr, min daxwaz kir hemû aliyên siyasî yên Iraqê piştevanên mafên xelkê Herêma Kurdistanê û mûçexurên Herêmê bin.”
Mesrûr Barzanî da zanîn ku wan daxwaz kiriye welatiyên Herêma Kurdistanê wek welatiyên din ên Iraqê, mafên wan werin dayîn û parastî bin û mafên xelkê Kurdistanê têkelî mijara siyasî neyê kirin û piştevanên rêkeftinan û çareserkirina kêşeyan bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin