Mesrûr Barzanî û General Joel Vaul civiyan: Wê pistevaniya yekxistina Pêsmerge bidome

12 June 2024 19:37 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û General Joel Vaul civiyan: Wê pistevaniya yekxistina Pêsmerge bidome

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê General Joel Vaul û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, tekezî li ser berdewamiya piştevaniya bo çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge hate kirin.

Hate ragihandin ku di civînê de pêşhatên dawî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin û her du aliyan tekezî li ser berdewamiya piştevaniya ji bo çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge kirin.

Di civînê de, herwiha li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê, bihêzkirina hevahengî û hevkariya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de û hevkariya hêzên hevpeymanan a ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorîstên DAIŞê û terorê hatin axaftin.