Mesrûr Barzanî bi General Joel Vawell re civiya

09 January 2024 18:55 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi General Joel Vawell re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 9ê Çileyê, li paytext Hewlêrê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê General Joel Vawell û şanda pê re kir.

Piştî civînê hate ragihandin, di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Stro jî amadehî kir de, dîtin û nerîn li ser geşedanên dawî yên Herêma Kurdistanê, Iraq û Sûriyeyê hate axaftin.

Hate diyarkirin ku parastina ewlehî û seqamgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê mijare sereke ya civînê bû û her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewambûna hêzên hevpeymanan li ser erkê wan anîn ziman û pêwîst zanîn ku alîkarîya artêşa Iraqê û Pêşmergeyan di rûbirûbûna gefên terorê û dabînkirina ewlehiyê û seqamgiriyê pir girîng e.

Herwiha di civînê de, piştevanîya bo çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û bilezkirina yekxistina hêzên Pêşmergeyan hate gotûbêjkirin.