Di navbera HTS û hêzên Sûrî de serekî dijwar rû da: 7 kustî…

10 January 2023 20:07 0 dîtin
Di navbera HTS û hêzên Sûrî de serekî dijwar rû da: 7 kustî…

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) de, li rojavayê Helebê şerekî dijwar rû daye û di encamê de 5 leşkerên Sûrî û 2 çekdarên HTŞê hatine kuştin.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyeyê (SOHR) şer li li eniya Besirton a rojavayê Helebê di navbera hêzên Şamê û çekdarên HTŞê de derketiye ku ew herêma şer rû daye jî wekî ‘herêma bêçek’ tê binavkirin.

SOHRê diyar kiriye ku herdu aliyan çekên giran bikar anîne û di encama şerekî dijwar de jî 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Herwiha 2 çekdarên HTŞê jî hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.

Li aliyê din SOHRê daye xuyakirin li navçeya Ezazê ku dikeve bakurê Helebê jî êrîşeke moşekî li dijî baregeha hêzên artêşa Tirkiyê hatiye kirin û di encamê de 4 leşkerên Tirk birîndar bûne.

Hêzên Şamê duh bajarê Sermîn ê li rojhilatê Idlibê bi çekên giran topbaran kiribû. 3 top li malên welatiyan ketibûn û gelek top li bajarokê Kensafra yê li başûrê Idlibê ketibûn.