Di navbera HSD û hêzên Tirk de serekî dijwar rû da

03 January 2021 19:46 0 dîtin
Di navbera HSD û hêzên Tirk de serekî dijwar rû da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundewarên bajarê Minbic ê Sûriyê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye, di navbera şervanên HSDê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de şerekî dijwar qewimî.

Li gorî zanyariyan hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve, navçeya Til Rifat, gundên Neyrebiye û Simoqe û 3 gundên Minbicê topbaran kirin.

Hat diyarkirin ku piştî topbaranê li Minbicê şer di navbera komên çekdar û hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê yên bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve derket.

Hat ragihandin ku çekdarên Tirkiyê pêgehên Encûmena Leşkerî ya Minbicê li gundên Um Cellûd û Um Edese bombebaran kirin.

Derbarê encama topbaran û şer û pevçûnên herdu aliyande, hê ti agahiyên piştrastkirî nehatine.