Artêsa Sûriyê êrîsî HSDê kir: Serê dijî Kurdan...

28 April 2019 11:05 0 dîtin
Artêsa Sûriyê êrîsî HSDê kir: Serê dijî Kurdan...

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku artêşa Sûriyê êrîş biriye ser herêma HSDê ya deverên Cedîn û Şaeb el Zukr û herêmeke bi qasî 3 kîlometreyan ji destê HSDê derxistiye.

Li gor çavkaniyên herêmî, artêşa Sûriyê piştî paqijkirina DAIŞê ji aliyê HSDê ve, li başûrê rojavayê Tebqayê ku girêdayî Reqayê ye êrîşek daye destpêkirin û ev jî tê wateya gelo şerekî nû li Sûriyê dest pê dike.

Li gor îdiayê hêzên rejîma Sûriyê bi alîkariya hêzên hewayî yên Rûsyayê bipêşve diçin û balafirên Amerîkayê jî tevî ku tacîzê li hêzên rejîma Sûriyê dikin jî wan nakin armanc.

Tê destnîşankirin ku li beramberî krîza petrolê ya Amerîkayê derxistiye, Rûsyayê jî li Sûriyê hem bejahî hem jî esmanî biryara hicûmê daye.

Hêjayî gotinê ye ji ber ku Rûsya piraniya qada hewayî ya Sûriyê kontrol dike, bêyî erêkirin û lihevkirina Rûsya û Amerîkayê, li Sûriyê ti operasyonên esmanî nepêkane pêk werin.