Artêsa Sûriyê êrîs bir ser çekdarên opozîsyonê

11 January 2019 17:18 0 dîtin
Artêsa Sûriyê êrîs bir ser çekdarên opozîsyonê

PeyamaKurd - Medya fermî ya Sûriyê ragihand ku hêzên hikûmê li bakurê parêzgeha Hemayê êrîşek birine ser çekdarên opozîsyonê û di navbera wan de şer û pevçûn derketiye.

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê ragihand, çekdarên opozisyona Sûriyê roja çarşemê hewl  dane ber bi devera bêçek ve pêşve biçin û artêşa Sûriyê bersiva hewlên çekdaran daye û bingehên wan hatine topbaran kirin. 

SANAyê herwiha da xuyakirin, hêzên artêşa Sûriyê bingehên çekdaran yên li eniya Til El-Serxir a bakurê rojavayê bajarokê Miherdê bi giranî topbaran kirine. 

Hat diyarkirin, çekdarên opozisyonê ji bajarê El-Letamne jî ber bi xalên serbazî yên artêşa Sûriyê ve pêşde çûne û hêzên hikûmetê ew hêz jî topbaran kirine û pêşketina wan dane rawestandin.