Artêsa Sûriyê Çiyayê Kurdan û Çiyayê Zawiyê topbaran kir

03 July 2020 13:25 0 dîtin
Artêsa Sûriyê Çiyayê Kurdan û Çiyayê Zawiyê topbaran kir

PeyamaKurd - Artêşa Sûriyê bi top û roketan êrîşî wargehên komên çekdar ên opozisyonê li Çiyayê Kurdan (Cebel Ekrad) li bakurê Laziqiyê û Çiyayê Zawiyê (Cebel Zawiye) li başûrê Idlibê kir. Herwiha li başûrê Idlibê di navbera hêzên hikûmetê û komên çekdar de şer derket.

Artêşa Sûriyê wargehên komên çekdar li girên Kibanê li Çiyayê Kurdan li bakurê Laziqiyê topbaran kirin.

Hêzên hikûmetê herwiha binkeyên grûpên çekdar li Çiyayê Zawiyê li başûrê Idlibê dane ber roketan.

Piştre şer li navçeya Fitîre li başûrê Idlibê di navbera komên çekdar û hêzên hikûmetê de derket, di encamê de 4 leşkerên hikûmetê û çekdarên alîgirên wê hatin kuştin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, li navçeya Afis li rojhilatê Idlibê jî, şerekî giran bi çekên giran di navbera hêzên hikûmetê û komên çekdar de derket, di encam de hejmareke zêde kuştî û birîndar ji herdu aliyan çêbûn.

Tevî ku di 6ê Adara derbasbûyî de piştî rêkevtina serokomarên Tirkiyê û Rûsyayê, agirbest li Idlibê ket warê cîbicîkirinê, lê şer, topbaran û bordûmana rojane di navbera aliyên şerkeran de her didome.