‘Çekdarên DAISê ji Sûriyê direvin Iraq û Kurdistanê’

12 November 2018 10:44 0 dîtin
‘Çekdarên DAISê ji Sûriyê direvin Iraq û Kurdistanê’

Peyamakurd - Endamê Komîsyona Ewelekariyê yê Parêzgeha Kerkûkê Azad Cebarî ragihand ku endamên DAIŞê ji ber aloziya li Sûriyê direvin nav Iraq û Kurdistanê, lê hêzeke wan a ku êrîşê Kerkûkê bikin çênebûye.

Cebarî ji medya Kurdistanê re ragihand, “Li derdora Kerkûkê û Hewîceyê her çiqas hejmara wan nê zêde be, ketine tevgerê.”

Cebarî diyar kir, ji ber ku ew çekdarên hatine ji aliyê lojîstîkî ve lawaz in, nikarin êrîşên mezin bikin, lê car caran êrîşî gundan dikin û mûxtaran dikujin.

Azad Cebarî herwiha anî ziman ku nûçeyên ku 25 çekdarên DAIŞê li Kerkûkê ketine hewla êrîşê jî bêbingeh in.