Artêsa Iraqê heta sînorên Sûriyê operasyonek li dijî DAISê da destpêkirin

01 February 2021 20:27 0 dîtin
Artêsa Iraqê heta sînorên Sûriyê operasyonek li dijî DAISê da destpêkirin

PeyamaKurd – Artêşa Iraqê ragihand ku wan opresyoneke bi navê Şêrên Cizîrê li dijî DAIŞê daye destpêkirin ku ji çolistana El-Enbar heta sînorê Sûriyê dide ber xwe.

Nivîsgeha Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyona Şêrên Cizîrê bi rêveberiya Fermandariya Operasyonên Hevbeş dest pê kiriye.

Hat diyarkirin operasyon paqijkirina ji terorîstên DAIŞê ya çolistana Cizîrê ya bakurê parêzgeha El-Enbar, başûrê Nînowa û rojavayê Selahaddînê û heta sînorên Sûriyê dide ber xwe.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku fermandariyên oparesyonê yên Cizîr, Selahadîn û rojavayê Nînowayê beşdarî operasyonê dibin.