Pisporê ewlehiyê Emîr Ebdulmunîm: Divê sînorên Iraqê yên bi Sûriyê re bastir werin parastin

12 November 2021 14:34 0 dîtin
Pisporê ewlehiyê Emîr Ebdulmunîm: Divê sînorên Iraqê yên bi Sûriyê re bastir werin parastin

PeyamaKurd – Pisporê ewlehiyê Emîr Ebdulmunîm diyar kir; divê sînorên Iraqê yên bi Sûriyê re baştir werin parastin, ji ber ku ew dever û parêzgeha Neynewa armanca sereke ya DAIŞê ne.

Emîr Ebdulmunîm eşkere dike, terorîst parêzgeha Neynewayê dikin armanc, da ku bi hêsanî ji Sûriyê derbasî nav axa Iraqê bibin.

Ebdulmunîm dide zanîn, terorîstên rêxistina DAIŞê dixwazin derdora parêzgeha Neynewayê bikin armanc, bi taybetî jî devera Hezer, ji ber ku Neynewa ji bo terorîstan xala herî nêzîk e ku ji Sûriyê derbasî Iraqê bibin.

Pisporê ewlehiyê destnîşan dike, li biyabana Hezerê bi awayekî berdewam çalakiyên ewlehiyê têne encamdan ji bo rêgirtina li derbasbûna çekdarên DAIŞê ji Sûriyê bo nav axa Iraqê.