Sûdanî: Divê pêwendiyên Iraq û Amerîka ne tenê di asta ewlehiyê de bin

22 September 2023 19:30 0 dîtin
Sûdanî: Divê pêwendiyên Iraq û Amerîka ne tenê di asta ewlehiyê de bin

 PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di çarçoveya 78emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, li New Yorkê bi Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê, karsaz û nûnerên kompanyayên Amerîkî re civiya.

Sûdanî ragihand ku pêwendiyên Iraq û Amerîkayê divê tenê bi ewlehiyê ve neyê sînordarkirin û ew dê aloziyên ku kompanyayên Amerîkî yên li Iraqê rastî wan tên çareser bikin.

 Sûdanî got ku ew dixwazin bi Amerîkayê re pêwendiyên bazirganî û aborî pêş bixin û wiha pê de çû: “Em naxwazin ku pêwendiyên di navbera Iraq û Amerîkayê de tenê bi aliyê ewlehiyê ve sînordar bin. Em dixwazin ku kompanyayên Amerîkî yên ku li Iraqê dixebitin, me ji pirsgirêkên ku ew rû bi rû dimînin agahdar bikin. Di vê çarçoveyê de ji bo çareseriyê em ê gavên pêwîst bavêjin.”

Sûdanî diyar kir ku ew dê bi tedbîrên qanûnî li dijî gendeliyê têkoşînê bide û ji bo pêkanîna van gavan ew xwedî îradeya pêwîst in.

Sûdanî eşkere kir, ew li ser projeya derbasbûna bazirganiya elektronîkî dixebitin û got: “Niha ji bo amadekirina projeyasayeke reforma aboriyê ya ku kêmasiyên qanûnan ji holê rabike xebat tê kirin.”

Herwiha Sûdanî da zanîn ku Iraqê bi Îmarat, Çîn û kompanyayên xwecihî re li ser enerjiya rojê girêbest îmze kiriye û bi Totalê re girêbesta hilberîna enerjiya rojê ya 1000 megawattî jî îmze kiriye.