Pisporê Ewlehiyê Grant dema êrîsa bersivdanê ya DYAyê da: 24 demjimêren pês

30 January 2024 17:11 0 dîtin
Pisporê Ewlehiyê Grant dema êrîsa bersivdanê ya DYAyê da: 24 demjimêren pês

PeyamaKurd - Şêwirmendê berê yê Ewlehiya Neteweyî ya Brîtanyayê Mark Lyall Grant di derbarê êrişa komên milîşe yên girêdayî rejîma Îranê ku li Urdunê êrîşî baregeha leşkerî ya DYAyê kiribûn û di encamê de 3 leşkerên Amerîkî can dabûn û ji 40î bêtir leşker jî birîndar bûbûn de angaştên gring  kir.

Mark Lyall Grant got: "Wê DYA, di demeke nêzîk de bersiv bide êrîşa li dijî baregeha we pêk hatiye bide. Em çaverêne ku DYA, di 24 demjimêrên pêş de, li dijî hevalbendên Îranê yên li Sûriye û Iraqê, bersiveke pir tûnd pêk bîne."

Pisporê babetên leşkerî Grant, angaştên xwe wedetir kir û got: "Em ê di 24 demjimêrên pêş de berteka DYAyê ya li dijî komên çekdar bibînin."

Mark Lyall Grant, di derbarê egera êrîşeke rasterast a DYA ya li ser axa Îranê de jî got: "Em egera êrîşeke wa kêm dibînin."