Birîndara êrîsa Bendava Tisrînê: Dema me dîlan digirt êrîs kirin
PeyamaKurd – Yek ji birîndareke sivîl a ku îro 21ê Çile li Bendava Tişrînê dema nobedariyê rastî bombebarana Tirkiyê hatibû, beriya ku wê rakin nexweşxaneyê peyameke li zimanê îngilizî belav kir û got, dema wan dîlan dikir êrîş hatiye kirin û dewleta Tirk dixwaze vî gelê ji bo mayîna xwe têdikoşe qir bike.
Şêniya di êrişê de birîndar bûye peyamek da cîhanê û got: "Dewleta Tirk dixwaze vî gelê ku di oxira mayîna xwe de têdikoşe, qir bike. Ez rexnedayîna xwe didim, ji ber ku ez dereng bi vê yekê hesiyam."
Jina ku birîndar bûbû got: "Dema me li ser bendavê dîlan dikir, dewleta Tirk êrîşî me kir. Dayik û bav û dostên min ez ji we tevan hez dikim û ji cîhanê jî hez dikim."
Li gorî agahiyên destpêkî di êrîşa Bendav Tişrînê de, 2 welatîyan can da û 20 jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin