Hejmare miriyên êrîsa Bendava Tisrînê zêde bû: 3 mirî, 7 birîndar hene

15 January 2025 18:41 0 dîtin
Hejmare miriyên êrîsa Bendava Tisrînê zêde bû: 3 mirî, 7 birîndar hene

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hejmara miriyên topbarana artêşa Tirkiye û çekdaran a bi ser sivîlên ji bo rawestandina êrîşan nobedarî li ber Bendava Tişrînê dikirin, zêde bû.

Li gorî zanyariyên dawî, di topbarana dijî sivîlên nobedarên Bendava Tişrînê de 3 welatîyan can da û 7 jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku rewşa 2 birîndaran giran e.

Hêjayî gotinê ye, piştî 8ê Kanûna 2024an ku rejîma Beşar Esed hilweşiya, komên çekdarên girêdayî Tirkiyê dest bi êrîşên ser herêmên kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk û Rojavayê Kurdistanê kirine ku ji wê demê ve êrîş berdewam dikin.

Niha giraniya êrîşan li derdora Bendava Tişrînê û pira Qereqozak a nêzî bajarê Kobaniyê ye ku gefê li ser sivîlan jî çêdike. Di êrîşa 8ê Çileyê de jî li derdora Bendav Tişrînê hejmarek sivîl hatibûn kuştin ku cara 5em e êrîş li ser sivîlan tê kirin.