Neteweyên Yekbûyî: Li Iraq û Sûriyê 10 hezar endamên DAISê hene

06 February 2021 14:00 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî: Li Iraq û Sûriyê 10 hezar endamên DAISê hene

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî bi raporekê diyar kir, li Iraq û Sûriyê 10 hezar endamên rêxistina terorê ya DAIŞê hene.

Li gor Neteweyên Yekbûyî ragihand, rêxistina terorê ya DAIŞê li Iraq û Sûriyê hebûna xwe didomîne û 100 milyon dolar diravên wê hene.

Desteya Dorpêçkirina DAIŞ û El Qaîde ya Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de daye zanîn, hê jî nêzîkî 10 hezar endamên DAIŞê yên çekdar li Sûriye û Iraqê hene.

Di raporê de hatiye destnîşankirin, piraniya endamên DAIŞê li Iraqê ne û bal kişandiye ser wê yekê ku şaneyên rêxistinê, bi rêya xerac, revandin û fîdyeyê, pereyan berhev dike.

Herwiha di raporê de hatiye eşkerekirin, rêxistina DAIŞê bi rêya torên fînansê yên nefermî pere dabîn dike û li gor texmînan 100 milyon dolar pereyên wê hene.