Li sînorê Iraq-Sûriyê 15 çekdarên îranî hatin kustin
PeyamaKurd – Di encama êrîşa balafirên şer ên Îsraîlê de ku şeva borî pêk hat, 15 çekdarên milîsên bi ser Îranê ve li Sûriyê hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, balafireke bêpîlot a şer a Îsraîlê hejmarek ji pêgehên hêzên bi ser Îranê ve li bajarokê Bukemal ê li ser sînorê Iraqê bombebaran kirin.
SOHRê diyar kir, di wê êrîşê de, 15 çekdarên îranî hatin kuştin ku ew çekdar bi eslê xwe Iraqî bûn.
SOHRê tekez kir ku, çend otombîlên serbazî, hejmarek kuştî û birîndar ji cihên hatin bombebarankirin, veguhestin nava xaka Iraqê.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Îsraîlê Avchay Adraee jî li Twitterê belav kir, 4 kes li nêzîkî sînor bombeyek vedan û ji aliyê hêzên asmanî yên Îsraîlê ve hatin hedef girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin