Amerîka: Wê hêzên me li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bimînin
PeyamaKurd – Berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji rojnamevanan re diyar kir, wê hêzên wan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bimînin.
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood da zanîn, hêzên wan wê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bimînin û armanca mayîna hêzên wan jî wiha ne:
- Jinavbirina DAIŞê
- Gihandina alîkariya mirovî ji bo Sûriyê
- Cîgirkirina seqamgîriyê û peydakirina rewşa emnî
Joey Hood herwiha eşkere kir, hêzên Amerîkayê wê alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bikin li Rojavayê Kurdistanê.
Li ser alozî û êrîşên Tirkiyê yên li ser HSDê jî Joey Hood da zanîn, hêzên wan ji wan êrîşên Tirkiyê gelekî nîgeran in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin