Amerîka: Em hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê venakisînin
PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Amerîka hêzên xwe yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê venakişîne.
Di daxuyaniya Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê de ku li ser medya civakî hatiye belavkirin, tê gotin; “Rêxistina terorîst DAIŞ hem ji bo gelê Sûriyê hem jî ji bo berjewendiyên netewî yên Amerîkayê gefê pêk tîne. Hêzên Amerîkayê wê ji bo jiholêrakirina komên terorîst hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê berdewam bike.”
Herwiha hat diyarkirin, “Gelên Sûriye û Amerîkayê tiştekî ji vê kêmtir heq nake”.
ISIS poses a direct threat both to the Syrian people and U.S. national security interests. The U.S. will maintain our military presence in Syria to ensure the threat from the terrorist group is eliminated. The Syrian and American people deserve nothing less.
— U.S. Embassy Syria (@USEmbassySyria) November 12, 2021
Beriya niha Wezareta Berevaniyê û Wezareta Derve ya Amerîkayê jî ragihandibû ku hêzên wan ji bo tunekirina DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dimînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin