Tetbîqata hevpar a Koalîsyonê û HSDê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hêzên Koalîsyona Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku di pêşengiya Amerîkayê de li dijî DAIŞê hatiye avakirin, li bajarê Hesekê û Dêra Zorê yê Rojava, tetbîqata leşkerî ya hevpar a bi cebilxaneyên rastîn pêk anîn.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir, Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tetbîqateke leşkerî ya berfireh li baregeha Qesrik li gundewarê Hesekê û zeviya petrolê ya El Omer li Dêrezorê pêk anîn.
Herwiha Çavdêriyê da zanîn, di dema tetbîqatan de teqînên tund rû dane. Ji aliyê din ve di nûçeyê de hat destnîşankirin ku ev tetbîqat ji ber êrîşên li ser baregehên Amerîkayê yên di demên dawî de zêde bûne hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin