HSDê 9 çekdarên DAISê girtin

02 January 2023 13:32 0 dîtin
HSDê 9 çekdarên DAISê girtin

PeyamaKurd Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya Operasyona Birûska Cizîrê de, li navçeyên Hol, Til Hemîs û Til Birak ên parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, 9 çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê girtin.

Li gor Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir, bi berdewambûna Operasyona Birûska Cizîrê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê serê sibeha roja Yekşemê li parêzgeha Hesekê, li cihekî 6 û li cihekî din jî 3 çekdarên DAIŞê hatine girtin.

Heman çavkaniyê eşkere kir, di encama her du rojên 3 û 4 ên operasyona Birûska Cizîrê de li dijî şaneyên DAIŞê li gundewarên Qamişlo û Hesekê Hêzên Sûriyeya Demokratîk karîn 40 çekdarên DAIŞê û kesên ku ji aliyê lojîstîkî ve alîkariya wan kirine bigirin.

Roja 29ê Kanûna 2022an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dest bi Operasyona Birûska Cizîrê li dijî şaneyên DAIŞê li parêzgeha Hesekê kir, di roja duyemîn a operasyonê de 52 çekdarên DAIŞê girtibûn, herwiha dest danîne ser hejmareke zêde ya çek û teqemenî û cilûbergên DAIŞê.