Li Til Temirê servanên HSDê 20 çekdarên girêdayî Tirkiyê kustin û birîndar kirin
PeyamaKurd – Li derdora Til Temirê, nêzîkî 20 çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve di encama êrîşeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatin kuştin û birîndar bûn.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, HSDê êrîşî ser binkeyên komên çekdaran li eniyên gundên Ebûş û Enîq El Hewa li derdora bajarokê Til Temirê kirin.
Herwiha Rewangehê da zanîn, şervanên HSDê karîn otombîleke serbazî ya çekdaran li eniya gundê Mişêfa biteqînin.
Li gor zanyariyên Rewangehê, di encama êrîşê de, nêzîkî 20 çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatin kuştin û birîndar bûn.
Ji aliyekî din ve Rewangehê diyar kir, 2 şervanên HSDê jî xwe li navçeyên çekdaran vedizîn û dema hewl didan bombeyekê vedin, hatin kuştin.
Piştî 40 rojên bi bêdengî, komên çekdaran careke din do gundên li derdora Til Temirê û navenda navçeya Zirganê û gundên başûrê wê bi çekên giran topbaran kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin