Di pevçûna navbera Asayîsa Rojava û hêzên Sûriyê de kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 31ê Çile li Çargoşeya Emnî ya Hesekê alozî di navbera Asayişa Rêveberiya Xweser û hêzên girêdayî rejîma Sûriyê ve derket û ji deverê dengê çekan bilind bû ku alozî hê berdewam dike.
Milîsên Berevaniya Niştimanî ‘Dîfaî Wetenî’ yên bi ser rejîma Sûriyê de, li bajarê Hesekê êrişî bendên pişkîninê yên Hêzên Ewlekariya Navxwe yên Rêveberiya Xweser kirin.
Li gorî zanyariyên xwecihî, piştî êrîşê pevçûn di navbera hêzên Asayîşê û milîsên rejîma Sûriyê derketiye.
Li gorî medya hikûmeta Sûriyê, di encama aloziyan de kesek hatiye kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.
Herwiha li gorî hin çavkaniyan kesên birîndar bûne 3 kes in.
Hat zanîn ji ber ku hêzên rêjîma Sûriyê herêma Şehbayê û taxên kurdan li Helebê xistine dorpêçê û rê nade xwarin û sotemenî derbasî wan deveran bibe, ev zêdetirî 20 rojin hêzên asayişa Rojava çargoşeya ewlehiyê (herêmên rêjîma Sûriyê) li nava bajarê Qamişlo û Hesekê dorpêç kirine û fişarê li rêjîma Sûriyê dikin daku dorpêça li ser herêma Şehba û taxên kurdan li Helebê rake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin