Qamislo | Pistî Asayîsa Rojava Taxa Tey kontrol kir, xelk vedigere malên xwe
PeyamaKurd – Hat ragihandina ku piştî agirbesteke daîmî ya li bajarê Qamişlo hat ragihandin, îro 26ê Nîsanê xelkê ji ber şerê hefteyeke di navbera hêzên asayîşa Rojava û milîsên rejîma Sûriyê de berdewam dikir neçar mabûn ji taxa Tey derkevin vedigerin malên xwe.
Di şerê 6 rojên borî yê li taxa Tey a Qamişlo de, hejmarek ji xelkê taxê ji ber rewşa şer ji malên xwe derketibûn û çûbûn cihên ewle û piştî ku doh agirbesta daîmî hatibû ragihandin îrov vedigerin malên xwe.
Piştî şerê hefteyekê taxa Tey a Qamişlo bi temamî ketiye bin kontrola Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) û ti milîsên Dîfaa El Wetenî (Hêzên Berevaniya Niştimanî ya rêjîma Sûriyê) li nav taxê nemane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin