Rojava | Plana saneya DAISê ya êrîsa ser girtîgehê hat têksikandin

08 November 2021 21:20 0 dîtin
Rojava | Plana saneya DAISê ya êrîsa ser girtîgehê hat têksikandin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê di encama operasyoneke hêzên asayîşê de, şaneyeke DAIŞê hat hilweşandin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand: "Piştî agahî ketin destê hêzên me ku şaneyeke terorîst a girêdayî rêxistina DAIŞê li Dêrazorê plana êrîşekê li dijî girtîgeha Sîna ya li Hesekê dike, HAT’ê yên herêma Cizîrê bi piştevaniya Kaolîsyona Navneteweyî lêkolîn dan destpêkirin û cihê şaneyê yê ku di navbera herêmên Mekemen û Ebû Xeşeb ên li herêma Dêrazorê de diyar kirin. Li ser vê yekê operasyonek di vê berbangê de li dijî şaneyê pêk anî."

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Di navbera hêzên me û terorîstan de şerekî dijwar çêbû û di encamê de çeteyek ji wan hate kuştin û yek birîndar bû û 4 jî hatin girtin. Herwiha erebeyeke Toyota, erebeyeke bombebarkirî ya Kia bi cureya 4000 ji hêla balafirên koalîsyonê ve hatin girtin. Di nuqteya şaneyê de gelek çek hatin girtin."

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: "Em Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê ji gelê xwe re teqez dikin em di xebatên xwe yên ewlehî û mirovî de berdewam in û dê hêzên me şerê her cureyên terorê û kesên piştevaniya wan dikin, bike. Em ê ji gel û welatê xwe re bibin mertal û li pêşiya her kesên hewl didin ewlehî û aştiya gelê me bin pê bikin, bisekinin."