SOHR: Hejmarek girtiyên DAISê yên ji girtîgeha Hesekê reviyabûn xwe gihandine Tirkiyê

06 February 2022 19:33 0 dîtin
SOHR: Hejmarek girtiyên DAISê yên ji girtîgeha Hesekê reviyabûn xwe gihandine Tirkiyê

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku bi sedan endamên DAIŞê ji girtîgeha Sinaa ya Hesekê reviyane û hejmarek ji wan jî gihîştine Tirkiyê.

SOHRê diyar kiriye ku di encama êrîşa li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê de, bi sedan girtiyên DAIŞê ku hin ji wan serkirde ne reviyane.

Herwiha SOHRê daye zanîn ku hejmarek ji wan li deverên Rêveberiya Xweser ên wekî Heseke, Reqa û Dêrazorê xwe veşartine û hejmarek ji wan DAIŞîyan jî derbasî herêmên çekdarên girêdayî Tirkiyê bûne û piştre jî xwe gihandine Tirkiyê.

SOHRê daye xuyakirin, hêzên asayîşa Rêveberiya Xweser qaçaxçiyek û 3 kesên reviyane li gundê Heyşa yê devera Eyn Îsayê desteser kirine ku hewl didan derbasî Tirkiyê bibin û pêwendiya wan jî bi 2 emîrên DAIŞê yên ji girtîgehê revaviyabûn û gihîştibûn Cerablusê re hebûye.

Li gorî SOHRê hêzên ewlehiyê 2 jin binçav kirin, wan jî dixwest derbasî Tirkiyê bibin û xwe bigihînin hevjînên xwe yên ku vê dawiyê ji girtîgeha Hesekê reviyane, lê piştî 24 demjimêran bi navbênkariya rûsipî û şêxên eşîrên herêmê hatine berdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li gorî nûçeyeke rojnameya The New York Times ku bi zarê rayedarekî Amerîkî ragihandibû, nêzîkî 200 girtiyên DAIŞê ji girtîgeha Sînaa reviyane.

Herwiha yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk jî ragihandibû ku piştî kontrolkirina girtîgeha Hesekê 223 girtîyên DAIŞê kêm in.