SOHR: DAISê li girtîgeha Hesekê cenaze sewitandin û bi serjêkirinê rehîne înfaz kirin

06 February 2022 14:17 0 dîtin
SOHR: DAISê li girtîgeha Hesekê cenaze sewitandin û bi serjêkirinê rehîne înfaz kirin

PeyamaKurd – Hurgiliyên hovîtiya çekdarên DAIŞê ya dema serîhildana li girtîgeha Xiwêra ya Hesekê eşkere dibin.

Li gorî raporeke Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) çekdarên DAIŞê cenazeyên hin karmendên girtîgehê yên rehîn girtibûn, li ser ocaxa mitbexa xwaringeha girtîgehê şewitandin.

Çavkaniyên SOHRê piştrast kirine ku termê 4 rehîneyan li ser ocaxa xwaringehê hatine şewitandin û niha zêdetirî 40 malbat li benda analîzên DNA yên kesên ji aliyê terora DAIŞê ve hatine kuştin in.

Herwiha SOHRê diyar kiriye ku li girtîgehê gelek kes jî serê wan hatine û jêkirin û wiha hatine înfazkirin.