Li Nîjeryayê avêtin ser gundeki û 10 kesan kustin

12 September 2023 01:18 0 dîtin
Li Nîjeryayê avêtin ser gundeki û 10 kesan kustin

PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li eyaleta Plateauyê êrîşê ser gundê bi navê Kulbenê kirin û di êrîşê de 10 kes mirin, gelek malan talan kirin û dest danîn ser xurekên xelkê. Ragihandin ji terefê rojnama Punchê de hat kirin. Li gor rojnama Punchê; di êrîşê de gelek kes birîndar jî bûne.

Berdevkê eyaleta Plateauyê Alabo Alfred, êrîşê piştrast kir û ragihand ku hêzên ewlehiyê şandine ciyê bûyerê.