Kesên çekdar avêtin ser gundeki û 13 kesan kustin
PeyamaKurd – Li gor ragihandina çapemeniya Nîjeryayê; kesên çekdar avêtin ser gundeki eyaleta Tarabayê, ser gundê Karekûkayê û di encamê de 6 gundiyên cerdevan di nav de 13 kesî kuştin. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn û gelek xanî zerarê dîtin.
Berdevkê polîsê Tarabayê Osman Abdûllahî bûyerê piştreast kir lê di derbarê jimara kuştiyan de agahî neda. Hêzên asayîşê şandine ciyê bûyerê ji bo lêpirsîn û operasyonan.
Nehat gotin bê ew êrîşker ji kîjan grûbê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin