Kesên çekdar avêtin ser dibistanê û 20 xwendevan revandin

23 September 2023 18:14 0 dîtin
Kesên çekdar avêtin ser dibistanê û 20 xwendevan revandin

PeyamaKurd – Kesên çekdar li rojavayê bakûrê Nîjeryayê êrîşê ser dibistanekî kirine û herî kêm 20 xwendevan revandine. Xwendevanên revandî ji eyaleta Zamfarayê, ji navça Bungudu, ji nêzî zankoya federal ya bi navê Gusauyê ku lê diman revandine.

Ragihandina bûyerê ji terefê berdevkê polîsê Zamfarayê Yazid Abubakar de hat kirin. Abubakir bi temamî nizane bê jimara revandiyan çende lê medya xwecî jimarê 24 ragihand.Piraniya xwendevanên revandî keçin.

Li bakûrê Nîjeryayê gelek caran revandinênw eha dibin bi taybetî di sala 2014an de li eyaleta Bornoyê ji 200an zêdetir xwendevan revandibûn.

Berdevkê polîs Abubakar got ku ji bo girtina kesên xwendevanan revandine dest bi operasyonê kirine, hêzên operasyonê yên rizgarkirin û lêgerînê ji polîs, artêş û hêzên hewayî pêktê.