Li Semsûrê di pevçûna çekdarî de 9 kesên gumanbar sandin zîndanê

24 January 2025 21:46 0 dîtin
Li Semsûrê di pevçûna çekdarî de 9 kesên gumanbar sandin zîndanê

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê ji ber pevçûna çekdarî, dadgehê 9 kesan bi biryara girtinê şand zîndanê.

Bûyer, li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li taxa Karapınarê, di marketekî de, dema 2 grûb leqayê hev bûn, qewimî. Her dû grûba pevçûn û bi çekan lihev xistin. Di pevçûnê de S.S. birîndar bû.

Li ser bûyerê, tîmên asayîşa rêvebiriya Semsûrê, M.E, F.E, M.M.Y, S.S, U.Y, C.C. Ş.M.Ö, O.A. û A.K. xistin binçav. Piştî îfadên her 9 kesan li baregeha asayîşê sitendin, wan şandin dadgeriya silh û cezayê. Dagerî biryara zîndanîkirina her 9 kesan da û wan şand zîndanê.