Li Agirî kamyona barê malê wergeriya: Ji heman malbatê 5 kesan can da
PeyamaKurd - Li bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê, kamyona ku kelûpelên malekê hatibû barkirin, wergeriya.
Hat ragihandin ku li ser rêya Erzirom û Agiriyê li devera gundê Çelê yê navçeya Zêdkanê kamyona ku kelûpelên malê barkirî bû kete şarampolê û wergeriya.
Hat zanîn ku di encama qezayê de 5 kesan ji malbatekê can dan û ajokarê kamyonê jî bi birîndarî ji kamyonê hat derxistin.
Di qezayê de, dayîk, bav û 2 zarokên wan ji bin kamyonê mirî hatin derxistin û cenazeyên wan bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Zêdkanê hatin şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin