Gumanbarê ku êrîsê 3 malên Cemê yên Elewiyan kir hat girtin
PeyamaKurd – Li bajarê Ankara Tirkiyê, gumanbarê ku êrîşê sê malên Cemê kir hat desteserkirin. Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Süleyman Soylu di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku gumanbarê bi navê A.O.K. yê ku êrîşê ser 3 malên Cemê yên elewiyan kir, di wexta diçû Eskişehirê, ji aliyê polîsên Ankara de hatiye girtin û Soylu weha got:
“Li Çankayayê 1, li Mamakê êrîşê ser 2 malên Cemê bi planekî rezil êrîş kiriye, dema diçû Eskişehirê ji aliyê polîsê Ankara de hatiye girtin. Ev provakasyon bi her awayî tê lêpirsîn. Derbasbûyî be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin