Erdhejê li malên cemê yên elewiyan xist

19 February 2023 01:44 0 dîtin
Erdhejê li malên cemê yên elewiyan xist

PeyamaKurd  - Erdheja li Semsûrê bû sedema xesara di malên cemê yên Elewiyan de. Li gor ragihandina CNN ê; li bajarê Semsûrê li mala cemê ya bi navê Balyanê, biryar hat dayîn ku ji nûh de ava bikin. Mala Cemê ya Balyan niha xerabeye û nayê bikaranîn.

Serokê giştî yê Mala Cemê yê çanda Elewî Bektaşiyan bi xwe seredana Semsûrê kiriye, lêkolîn kiriye û biryarê daye ji nûh de malê ava bikin. Serokatiya rêxistinê ya  giştî weha gotiye:

“4 malên me yên Cemê xesarê dîne. Li Entabê, Maraşê, Semsûrê û Meletiyê. Wê bi temamî bên xerabkirin û jinûh de bên avakirin.”