Ji AFADê hisyarîya erdhejên mezin ên domahîk: Nekevin nav malên bi xisar!
PeyamaKurd – Midurê AFADê yê Kêmkirina Xeteriyên Erdhejan Orhan Tatar, îro 19ê Sibatê di civîna rojnamevanî ya navenda AFADê de, hişyarî da ku wê erdhejên domahîk di navbera pileyên 5-6 de berdewam bikin û lewma jî bila welatî dûrî malên xwe yên xisar dîtine bisekinin.
Orhan Tatar, derbarê erdhejên berdewam yên piştî erdhejên mezin ên 6ê Sibatê de ku navenda wan Mereş bû hişyarî da û got:
“Heta niha piştî van herdu erdhejên derverêz hejmara hejînên domahîk 6 hezaran derbar kir ku niha gihîştiye 6 hezar û 40î. Ji wan 1628 bi meziniya 3-4 bûn. 436 erdhej bi meziniya 4-5 û 40 jî bi meziniya 5-6 hatin pîvan. Yek jî li ser 6 pileyan heye. 40 erdhejên domahîk di navbera pileyên 5-6 de ne ku bi qasî hejmara erdhejên 4 mehan ên navend Îzmîr û Duzceyê ne. Duh dîsa erdhejeke domahîk a bi meziniya 5.1 li Goksun a Mereşê çêbû.”
Midurê AFADê destnîşan kir ku wê erdhejên domahîk demeke dirêj dewam bikin û dibe ku meziniya wan derkeve ser 5 pileyan. Herwiha hişyarî jî bo welatiyên herêma erdhejê hat dayîn ku ji ber erdhejên domahîk gelekî girînge nekevin nav xaniyên xwe yên xisar dîtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin