Profesorê Japonî: Ev, yek ji erdhejên herî mezin ên cîhanê ye
PeyamaKurd- Profesorê Enstîtuya Lêkolînê ya Navneteweyî ya Zanistên Afatê ya Zanîngeha Tokyoyê Shinji Toda, bi rêya daxuyaniyekê, erdhejên li Mereş û Suriyeyê nirxand. Shinji Toda da zanîn ku ev erdhej yek ji erdheja herî mezin a cîhanê ye.
Profesor Shinji Toda yê pisporê erdhejê, ji rojnameya Asahi Shimbun a Japonyayê re axivî û erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ên li 10 parêzgehên ku navenda wê li Mereşê bû, nirxand.
Shinji diyar kir ku erdhejên çêbûne, di nav erdhejên herî mezin ên li cîhanê de ne û wiha got:
"Ji bilî mezinahiya erdhejê, nêzîkbûna navenda erdhejê jî ziyaneke mezin gihandiye rûyê erdê. Hejmara enerjiyê ya erdhejê, 10 qat ji Erdheja Mezin a Hanşîn-Awaji ya sala 1995 û Erdheja Kumamoto ya 2016an zêdetir bû."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin