Profesorê Kanadayî: Ev erdhej, di nav 5 erdhejên mezin ên cîhanê de ye

12 February 2023 18:33 0 dîtin
Profesorê Kanadayî: Ev erdhej, di nav 5 erdhejên mezin ên cîhanê de ye

PeyamaKurd- Profesorê Zanistên Erd û Okyanûsê, Zanîngeha Victoria Kanada, Dr. Edwin Nissen diyar kir ku erdheja pêşî ya ku navenda wê Mereşê bû, yek ji erdhejên herî mezin ên cîhanê ye.

Dr. Edwin Nissen ê ku qada pisporiya wî erdhej in, di derbarê erdheja ku navenda wê li Mereşa bakurê Kurdistanê bû û bandora xwe li 10 bajarên bakur û li gelek bajarên Rojava û Suriyeyê jî kir, nirxandineke zanistî kir.

Nissen, ev erdhej wekî "karesata sedsalê" pênase kir û bal kişand ku erdhejên herî mezin, li okyanûsan çêdibin û wiha got:

"Ev erdhej ji aliyê kesên ku li herêmên peravê dijîn ve tên hîskirin û ji erdhejên li bejahiyê kêmtir diheje. Ev erdheja bi pileya 7,7 yek ji erdhejên herî mezin e ku heta niha hatiye tomarkirin, dibe ku di erdhejên erdhejên cîhanê de di rêza 5 an jî de be.

Li gorî daneyên fermî, di erdheja ku di 6ê Sibatê de çêbû de li bajarên bakur û Tirkiyeyê heta niha 24 hezar û 617 kesan can dane û 13.5 milyon kes jî di bin bandorê de mane.