Ji Profesorê Jeofizîkê hisyarî: Dibe ku 20-25 erdhejên din ên ruxîner çêbin
PeyamaKurd – Profesorê Jeofizîkê û zanyarê erdhejan ê Tirk Ovgun Ahmet Ercan, hişyarî da ku dibe li herêma erdhejê ya Mereşê di nav erdhejên berdewam ên peyrewî de, bi qasî 20-25 erdhejên din ên ruxîner çêbibin.
Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan, li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Piştî erdheja bi pileya M7,9 di nav du hefteyan de, hemû şikestên fayên Tirkiyeyê lerizîn. Heger şikesteke ku rageşiyê li seranserê Tirkiyê belav bike hebûye, wê hin erdhejên din çêbûna. Di nav du hefteyan de erdzemîn aram bû. Lê belê li herêma erdhejê bendewariya ku heta pileya M7 bi qasî 20-25 erdhejên ruxîner çêbibin heye.”
Di encama erdhejên 6ê Sibatê de ku navenda wan herdu navçeyên Pazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn, felaketeke mezin a mirovîrû daye ku li gorî amarên fermî heta niha 40 hezar 642 kesan can daye û bi deh hezaran xanî jî li 10 bajarên erdhejê bandor kiriye hilweşiyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin