Li Îranê du erdhejên mezin çêbûn: Herî kêm 5 kes mirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li başûrê Îranê du erdhejên mezin çêbûne ku yek ji wan bi pileya 6,13e ya din jî bi tundiya 6,3 ye.
Li gorî zanyariyên herêmê, di erdhejên ku doh Şemiyê rû dane de, xaniyên gundê Sayer Khosh ê li eyaleta Hurmuzganê bi temamî hilweşiyane.
Herwiha hatiye diyarkirin ku di encama erdhejan de, herî kêm 5 kes mirine û 12 kes jî bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.
Piştî karesata erdhejê, li herêma bandora wê çêbûye, xebatên rizgarkirinê didomin û ji bo mexdûran jî kon têne vedan, ji ber ku erdhejên paşgoyî berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin