McKenzie: Rejîma Îranê li Rojhilata Navîn gefa herî mezin e!
PeyamaKurd - Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth McKenzie got: “Bi nêrîna Amerîka û hêzên çekdar li Rojhilata Navîn, rejîma Îranê gefa herî mezin e li ser Rojhilata Navîn ku Amerîka bêrawestan divê li hember vê raweste.”
McKenzie herwiha daye zanîn ku, “Welatên wekî Koreya Bakûr û Îran, tevî wan hemû gefan jî ne di asta Rûsya û Çînê de ne.”
Kenneth McKenzie, kiryarên komên milîs ên çekdarên girêdayî rejîma Îranê di deverê de wekî yek ji gefan binav kir.”
Hêjayî gotinê ye Serokê Amerîkayê Joe Biden, 3yê Adarê, fermana “Rewşa awarte ya Niştimanî” ya dijî Îranê heta salekê dirêj kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin